Cigerxin Şiirleri

936 Okunma
Cigerxin Şiirleri

Evîna Dil

Evîna dil, te dil kiriye birîndar
Bihara min, hemî zer bûn gul û dar

Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik
Ketim heştê, ji nû ve bûm evîndar

Diran û çav dil pêk ve şikestin
Û porê min spî bûye bi yek car

Bi her çaran dibî xort û dibî pîr
Ji bona min nema hêja ne her çar

Nezanim ez, digel jînê dibazim
Weke berxê di nav pencên gurê har

Cihan pêk ve di çavê min de xweş bû
Niha, pîr im, di çavên min de bû sar

Şeva reş pej vedane, hate ser min
Ku roja min li ber ava ye, êvar

Ciwan bûm, ez bi dost û yar û kes bûm
Ku pîr bûme, hemî kes bûne neyar

Evîna min wekî hespê çeleng e
Revandim ez, ezê çibkim bi hesar?

Ketim heştê û serjêr bûme deştê
Ne ew lat û ne ew hîm û ne ew dar…

Berê rengê pilingan ez bi saw bûm
Ji ber xapan, niha bûme keftar

Bi ber pêlan ketim bê dos û daxwaz
Dinalim ez wekî hirçê birîndar

Ceger-xwîn bes bibêje, pir dirêj e
Bes e Kurdo, ji xew rabe tu hişyar! …

söz : Cigerxwîn

Jîn û Hebûn

Ez xumxuma ava çeman,
Ez çerx û govend û sema,
Tîn im di nêv kat û lema,
Jîn im, hebûn im, tevger im.

Bayê siba tê xweş ez im,
Berfa sibatê xweş ez im,
Xurtî di latê xweş ez im,
Hişk û ziwa bin, ez ter im

Giranbiha me, zêr û dur
Ez tim hebûn im, xurt û gur,
Yaqût û lal û gewher im.

Pêşve diçim kar û xebat,
Di nav çiyan de hîm û lat,
Pêlan didim Zab û Ferat,
Çelq û xumîn û gur-gur im.

Pir xurt û hêz im ez hebûn,
Ez pêşveçûn û serxwebûn,
Herdem di nav damar û xûn,
Ez her heme, qet namir im.

Bihişt ez im, agir ez im,
Bakir ez im, rakir ez im,
Xemgîn kir û şa kir ez im,
Herdem didim, ez na kirim.

Jîn im, bihar im har û dîn,
Candar bi min herdem bi tîn,
Min dane wan ev hilm û bîn,
Dinêv hebûnê cîgir im.

Ev ax û ba û av im ez,
Ev pêtî û alav im ez,
Xweş ronî û pertav im ez,
Xurtî di zendên karker im.

Herdem heme, peyda me ez,
Tava riwê xeyda me ez,
Cama bi dest Seyda me ez,
Ez ol û vîn û bawer im.

Jîna Cegerxwîn im ji dil,
Ez xurtî û tîn im di dil,
Ez hêz û xurtî me di mil,
Karim vî laşî ragirim.

söz: Cigerxwîn 

Cigerxin Şiirleri

Cigerxin Şiirleri

 

okuyucu yorumlarıOKUYUCU YORUMLARI

Sıradaki içerik:

Cigerxin Şiirleri