Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
Rêzan Jamal - Bê Te Nabe
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Rêzan Jamal - Bê Te Nabe

Rêzan Jamal - Bê Te Nabe

Rêzan Jamal · Şarkı Sözleri
Rêzan Jamal Bê Te Nabe  

Rêzan Jamal Bê Te Nabe Sözleri

 

Nabe nabe, bê te nabe Delala min, evîn bê te nabe Nabe nabe, bê te nabe Ji te pir hez dikim, evîn bê te nabe

Bêj çi bikim ez were ji mir bêj Êş ketiye dil, serê min jî gêj Bejna te nayê demekî dirêj Mi go hey jîyan bê te namêşe li pêş

 

Xweşikbûna te, xweşiktire ji Parîs Li cem te havîn, li Miami payîz Bi almanî bêjim, "Du bist mein Paradies" Te tam bîst car bi hîs û dilê min re lîst

 

Gava ez te dibînim, difirim azmana Gava ez te nebînim, dinya dibe vala Naxwazim hevala, na naxwazim walla Tenê te dixwazim yarê, sibê û evara

 

Keçê were îro, were îsal Eze bo te bikim rap, bo te bikim freestyle Li Kurdistan, xweke fîstan, meha nîsan Emê pevre govend bireqisin dîsa

 

Mîna Mona Lisa, tû delalî Li ser rêya tû dimeşî wek ferrarî Ezê hez ji te bikim herdem hercarî Jîyan bê te ticar nebû û qet nabî

Nabe nabe, bê te nabe Delala min, evîn bê te nabe Nabe nabe, bê te nabe Ji te pir hez dikim, evîn bê te nabe

 

Tu sebeba min, zû were ba min Tu evîna min, naçe ji bîra min Na nabî, jîyan nabî, oy oy oy oy oy Wa baran barî, ronîya çavê min

Çavbelek, tû xweşikî zahf gelek Way felek, wûlo li min tahde nek Edî bese delala min, bê te nabe qet Were bera bibe aşq û evîna me yek

 

Bera bibe kêf, bibe destan Bera bibe şahî, bibe stiran Bera bibe govend, bibe dîlan Bera bibe hertiştê xweş, heyecan

 

Serçavê te ber çavê min Bû evîna te her gavê min Ez bilez û bez, tavêjim De, zû were cem min, canê min

 

Sond dixum yarê li ser ala sor Te bikim siltan, ez împarator Fermanek bidim li vê jîyana zor Hemû evîndar bifirin li azmana jor

 

Hey hey evîndarno Werin werin birano û cîrano Strana kurdî ne chicano Disa tû ji me re bistre Sîpano

Nabe nabe, bê te nabe Delala min, evîn be te nabe Nabe nabe, bê te nabe Ji te pir hez dikim, evîn bê te nabe

 

Tu sebeba min, zû were ba min Tu evîna min, naçe ji bîra min Na nabî, jîyan nabî, oy oy oy oy oy Wa baran barî, ronîya çavê min



▶ Video

İZLE
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.