ji bo bejna min ne dirêjtir an jî kintir e,ji bo rengê canê min ne boztir an jî esmertir e,ji bo çevên min ne mezintir, an jî bêvila min ne biçûktir e,min bi xwe û xwedê re şerr kir min xwedê bêminnet kirmin ji te hez kirez bûm yekî kafìr..
min ji te hez kirmirina ku gav û seat di bîra min de bû,û hundirê min bi qeramûçkên xwe kort dikirji bîr kir,min dilê xwe li mirinê rehet kir,min çi xweş kirmin ji te hez kirez bûm yekî nemir..
min ji te hez kirfîlmê nû yê tarantîno kîjan bûmessî çend gol avêtibû?barcelona dîsa şanpîyon bûîsal baran baş barîya bû, nebarîyabû"dîbê" li zadan xistibû giş hişk kiribûmin ji te hez kirêdî min hew tiştek meraq kir..
min ji te hez kirçima hinekan ji bo malê dinyê, xwe li her hinakan xûz dikir?çima hinekan hinek pîs û xwe paye dikirçima hinekan ji bo desthilatdarîya xwe her tiştqirr dikir?çima wî patronî heqaret li wî karkerê bêguneh dikir, jinika li ser billboardê reklama çi dikir, çi hewce dikir?mêrikê li ser televîzyonê qala çi dikir?ez di kû de mabûm, min çi xwendin dikir ?min ji te hez kirêdî min hew ji tiştekî fam kir..
min ji te hez kirmin bi kûçikên nîvê şevê re tûletî kirmin bi çivîkên destê sibê re gellacî kirmin pê li ciyê herî şil kirmin dilê xwe "bivvve" kirez bûm kawikek û min ji her derewê bawer kirmin ûcaxê xwe kor kir,deriyê mala xwe mohr kirmin ji te hez kirmin ruhê xwe talan kir..
min ji te hez kirmin karê xwe yê berê wenda kirmin wek karekî nû dest bi te kirmin bêrîka xwe birîn kirmin mirina xwe har û dîn kirmin xwedayê xwe kedî kirmin ji ber xeyalên xwe yên tisî û xav fedî kirmin xwe ji jîyanê bi şîr vekirmin ji te hez kirmin xela li emrê xwe rakir.
min ji te hez kirçîrokan bê xatirxwestin ji cîrantîya min bar kirmin li hemberî bedewiya baranan serî rakirmin ji bo ku destên te neqefilîne bayê kur bertîl kirmin kenekî nû ji xwe re kirê kirmin xwe di nav xelkê de nav-no kirmin li benda te xwe spî kir,şîva xwe sar kir,xwîna xwe zilindar kir,min ji acîzi çîrçîrî kir,xwe bi tenetîyeke pirr bi talûke hûrhûrî kirmin ji te hez kirmin mala xwe xera kir.....
Rênas Jiyan Min Ji Te Hez Kir,Rênas Jiyan Min Ji Te Hez Kir Helbest,Rênas Jiyan Min Ji Te Hez Kir Şiir Sözleri,Rênas Jiyan Min Ji Te Hez Kir Şiiri,Rênas Jiyan Şiirleri, Min Ji Te Hez Kir Şiir Sözleri, Min Ji Te Hez Kir Helbestwindows 10 pro lisans satın al
İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.