arama

Cigerxwîn EVİNA DIL Helbest

Cigerxwîn Evina Dil Şiiri
  • paylaş
  • paylaş
  • paylaş
  • paylaş
  • paylaş
  • admin
  • Beğen
    Loading...

EVİNA DIL  Helbest’a Cigerxwîn

Evîna dil, te dil kiriye birîndar
Bihara min  hemî zer bûn gul û dar

Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik
Ketim heştê   ji nû ve bûm evîndar

Diran û çav dil pêk ve şikestin
Û porê min spî bûye bi yek car

Bi her çaran dibî xort û dibî pîr
Ji bona min nema hêja ne her çar

Nezanim ez, digel jînê dibazim
Weke berxê di nav pencên gurê har

Cihan pêk ve di çavê min de xweş bû
Niha, pîr im, di çavên min de bû sar

Şeva reş pej vedane, hate ser min
Ku roja min li ber ava ye, êvar

Ciwan bûm, ez bi dost û yar û kes bûm
Ku pîr bûme, hemî kes bûne neyar

Evîna min wekî hespê çeleng e
Revandim ez, ezê çibkim bi hesar.

Ketim heştê û serjêr bûme deştê
Ne ew lat û ne ew hîm û ne ew dar.

Berê rengê pilingan ez bi saw bûm
Ji ber xapan, niha bûme keftar

Bi ber pêlan ketim bê dos û daxwaz
Dinalim ez wekî hirçê birîndar

Ceger-xwîn bes bibêje, pir dirêj e
Bes e Kurdo, ji xew rabe tu hişyar..

Cigerxwin

Konu Etiketleri :  Cigerxwîn Evina Dil Cigerxwîn Evina Dil Helbest,Cigerxwin,Evina Dıl,Helbest Evina dıl,Ewina Dıl Cigerxwin,Cigerxwin Şiirleri,Cigerxwin Şiir Sözleri,Cigerxwin Evina Dil Şiiri Cegerxwin Evina Dil