Ferhad MERDE – Ma Ku Tu Nuha li Vir Ba

1343 Okunma
Ma Ku Tu Nuha li Vir Ba Türkçe Sözleri

Ferhad MERDE Ma Ku Tu Nuha li Vir Ba

 

Ma Ku Tu Niha Li Vir Ba Şiir Sözleri

 

Di destpêka ku tu çû
min behsa te ji herkesî re dikir
ez diçûm ku derê min ya te digot
Wê çaxê birîn hinekî nû bû
lê dem derbas bû min te ji bîr kir
ji carekê ve tu nehat bala min
ne gunehê min bû ji xwe re bipirse
tu wenda bû

Ma ku tu niha li vir ba
çi hewce bû sal di navbera min û te kevin
û ez te ji bîr bikim çi hewce bû
Gelek caran te digot dûrbûna ji dayikê
mirin e ez jî wek te dihizirîm û min wek te dikir
Lê kî çû kî ma kî dayika xwe di nav destan de hişt

Ma ku tu niha li vir ba
çi hewce bû ez gotina xwe bi ser gotina te xim û tu li ber êrîşên rexneyên min bikevî
çi hewce bû
Darên di hewşa te de hişk bûne zuha bûne giriyên zuha dikin
di kêliyên ku çûkan ji şaxên wan bar kirin

Ma ku tu niha li vir ba
çi hewce bû tu tenbîniya wan cîranan bikî ku av bidin
Jixwe ku dewl di bîrê de qetiya be û ewrên baranan bi sebeba te ji daran xeyidî bin
çi hewce bû
Ez gelek diêşim ez gelek diêşim wexta ku çavên min li deriyê mala te dikeve û girtiye
Erê deriyê mala te girtiye rojeke heye tu bê
Heye weke her deriyekî vekirî bimîne û tîna rojê li qorzîka odeya te kevî ji mişt û gumgumokan azad bikî bêhna te jê bê

Ma ku tu niha li vir ba çi hewce bû xanîkê te serê xwe ji dilopan xwar bikî û di nav xanîkan de bê xwedî û sewî bimînî
çi hewce bû
Biqehirr li ba min civat her êvarê wekî berê digere û tu tenê jê kêm e
Yê dikene yê distirê û yê di dumana çixara xwe de kûr û kûr diçe qedehên çayê vala namînin û jixwe agir di ber çaydanan re nagrê hetanî derengê şevan
sala par wekî vê çaxê tu jî hebû
Ma ku tu niha li vir ba çi hewce bû ku şûna te vala bimînî û li wê derê tu bê civat bê

Ma ku tu niha li vir ba li kêleka wê dotmama xwe û te bi destên xwe çavên wê kil kiriba û te têlek ji porê wê bi tembûra dilê xwe girê bida te bikira stranek her kêliya ku çavê te pê ketiba te bigota û bigota bigota te bigota dotmamê wê jî gotiba pismamo çi hewce bû ku çavên wê li rêya te bê û te jî bêriya wê kiriba

Ma ku tu niha li vir ba di nava vê biharê û li ser wî girê ku tu lê bû û berê me xalxalok li ser destên xwe bifiranda me ya dilê xwe jê re bigota çi hewce bû tu bêriya xecxecok û gula bikî û tu xweziya xwe bi wan rojan bînî tu tu ji min bêhtir dizanî adar wa tê wê şev dîsa xwe bi agir bişon wê dîsa bajar xwe dîn bikin bi hatina newrozan bi kenên zarokan re

Ma ku tu niha li vir ba
çi hewce bû ku tu ji agirê newrozan dûr bî
û tu li wê derê biqerisî çi hewce bû
Bi şehîd ji welatê xwe re bêje ez deyndar im heta çi astê heqê vî welatê li te heye teww êca ku tu jê dûr bê dûr be ji Dicle û Firatê
Ji simbila genim û ji dara zeytûnê

 

Ma ku tu niha li vir ba wek mêrxasekî çav ne tirs ba çi hewce bû zimanê te şikestî be
û tu nikare bersiva xwe bidê
Dia ji min re bik dia ji min re bike ku ez hin sax im ez ji te re dibêjim lê sibe piştî ku jiyana min biqede wê kê ji te re bêje ma ku tu niha li vir ba belkî li te giran tê
lê ez neçar im ji te re bêjim

 

Ferhad MERDE Ma Ku Tu Nuha li Vir Ba DiNLE

Ferhad MERDE Ma Ku Tu Nuha li Vir Ba,Ferhad MERDE Ma Ku Tu Nuha li Vir Ba Şiir Sözleri,Ferhad MERDE Şiirleri, Ma Ku Tu Nuha li Vir Ba,Ma Ku Tu Nuha li Vir Ba Şiiri,Ma Ku Tu Nuha li Vir Ba Sözleri ,Ma Ku Tu Nuha li Vir Ba Türkçe Sözleri

okuyucu yorumlarıOKUYUCU YORUMLARI

Sıradaki içerik:

Ferhad MERDE – Ma Ku Tu Nuha li Vir Ba