Heta heyin em mail in hişyar bibin ey xafilîn
Em dê ji heyatê dest hilin ji we’deya emanetê
Barê emanet wî li we nakim siyaset wê li we
Ferz û kifayet wê li we heşr û beyana kaxetê
Barê emanet nas biken er xar dibit hûn rast biken
Xo rûsipî yû xilas biken peşîmanêt qiyametê
Ew Mîm û Hê qelb û mitalan her bi wan fikr û xiyalan
Rast dikin pend û mîsalan şairê nesîhetê
Feqiyê Teyran
Feqiyê Teyran – Be Çar Kerîman
Yorum Yaz